SOHR: Li Kobanê 3 leskerên Sûrî di êrîsa asmanî ya Tirkiyê de hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de, li dorûbera bajarê Kobanê yê Rojavayê Kurdistanê 3 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
SOHRê daye xuyakirin ku îro 18ê Îlonê roja Yekşemê danê nîvro balafirên şer ên Tirkiyê êrîşî baregehên artêşa Sûriyê û HSDê li gundê Qeremox ê gundewarê Kobanê û rojhilatê Helebê kirin.
Hat diyarkirin ku li gorî zanyariyên destpêkê, di encama êrîşê de 3 leşkerên Sûrî hatin kuştin û hejmareke din jî birîndar bûn ku rewşa hin birîndaran jî giran e.
Artêşa Tirkiyê îro Yekşemê ji serê sibehê ve gundên Qamişlo, Amûde, Til Temir, Tirbesipî, Kobanê, Girê Sipî û Eyn Îsayê topbaran dike ku li gorî zanyariyên xwecihî li Kobanê ciwanekî Kurd birîndar bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin