SOHR: Di êrîsa DAISê de 5 leskerên sûrî û 2 ajokar hatin kustin

01 August 2023 20:41 0 dîtin
SOHR: Di êrîsa DAISê de 5 leskerên sûrî û 2 ajokar hatin kustin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku çekdarên DAIŞê li gundewarê bajarê Hema yê Sûriyê êrîşî karwaneke tankêrên petrolê kir.

Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), di encama êrîşa DAIŞê ya li dijî karwanê tenkerên petrolê de ku li çolistana Hemayê hate kirin, 5 ji wan leşkerên Sûrî û 2 ajokar hatin kuştin.

SOHRê diyar kiriye ku êrîş doh derengiya şevê li ser rêya Reqa-Selemiyê ya li gundewarê rojhilatê Hemayê li dijî karwana hêzên rejîma Sûriyê hatiye kirin.

Li gorî zanyariyên SOHRê belav kirine, ji destpêka îsal ve li çolistana Sûriyeyê 369 kes hatine kuştin.