SOHR: Çekdarên DAISê 3 leskerên Sûrî kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê li herêma Asreya ya bajarê Hemayê êrîşî hêzên Sûriyê kirin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin.
SOHRê herwiha diyar kir ku îro 4ê Îlonê li bajarê Herak yê li Derayê dema karwanê qeymeqamê Derayê û sekreterê giştî yê partiya Baasê yê şaxê Derayê û şanda pê re derbas dibûn mayînek bi wan de teqiya û 2 leşker birîndar bûn.
Hate ragihandin ku rêveberê Îstixbarata Sûriyê Husam Loqa serdana bajarokê Telbîsê yê li Humsê kiriye û bi saziyên leşkerî re civiya û hin biryar hatine dayîn.
Husam Loqa ferman daye ku sibe li bajarokê Telbîsê yê Sûriyê, qedexeya çûnûhatinê were ragihandin û operasyonek ji bo girtina kesên muxalîf were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin