SOHR: Di êrîsên DAISê yên 3 rojan de 12 leskerên Sûrî hatin kustin
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê îro Pêncşemê li çolistana Rûsafê ya li bakurê rojhilatê Reqayê êrîşî otomobîleke hêzên rejîma Sûriyê kirin û di encamê de 3 leşker hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn ku di nav 3 rojên dawî de hejmara kuştiyên rejîmê digihe 12 kesan.
Herwiha hatiye diyarkirin ku balafirên şer ên Rûsyayê jî ji demên sibehê ve cihên çekdarên DAIŞê li çolistana Rûsafê bombebaran dikin.
SOHRê daye xuyakirin, 3ê Çileyê jî di encama kemîneke DAIŞê bi ser karwaneke leşkerî ya hêzên rejîmê û komên alîgirên wê de ku li çolistana Sûriyê li nêzî stasyonên pompekirina petrolê yên T2 û T3 pêk hatiye 9 leşkerên rejîmê yên Feyleqa Pêncemîn û komên din hatine kuştin û 15 jî bi giranî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin