SOHR: Di êrîsên Tirkiyê de 5 leskerên Sûrî hatin kustin û birîndarkirin

14 June 2023 20:31 0 dîtin
SOHR: Di êrîsên Tirkiyê de 5 leskerên Sûrî hatin kustin û birîndarkirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşên artêşa Tirkiyê yên li ser herêmên bakurê Helebê de, 5 kes ji hêzên rêjîma Sûriyê hatin kuştin û birîndarkirin.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku îro di saetên sibehê de, artêşa Tirkiyê bi topên giran baregehên leşkerî yên hêzên rejîmê li gundê Şewarga yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kir.

SOHRê eşkere kir ku di wê êrîşê de 2 endamên hêzên rêjîmê birîndar bûn û ji bo dermankirinê, bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Herwiha SOHRê ragihand ku doh êvarî jî 3 endamên hêzên rêjîma Sûriyê di encama topbarana artêşa Tirkiyê de li derdora gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê hatin kuştin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, du roj berê jî wesayîteke leşkerî ya Rûsî li ser riya Um El-Hoş û Hirbil li bakurê Helebê ketibû ber topbarana artêşa Tirkiyê û leşkerekî Rûsî hatibû kuştin, 4 jî birîndar bûbûn.