SOHR: 8 leskerên Sûrî hatin kustin û gelek xalên leskerî ketin destê HTSê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li gundewarên Helebê hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) şer kirin.
Li aliyê din Tehrîr El Şam jî bi dîmenekê destpêkirina "şerê li eniyên Helebê" yê bi rejîma Sûriyê re bi navê "Celcelet" ragihand.
Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand, di şer de 8 leşkerên Sûriyê hatine kuştin.
Herwiha SOHRê da zanîn ku Heyet Tehrîr El Şamê û çekdarên koma Fetih El Mubîn gelek xalên li Til Eqîl, Til El Raqib, Til El Debabat ên li nêzî bajarokê Qibtan El Cebel ê rojavayê Helebê xistine kontrola xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin