SOHR: Li 'Herêma bêçek' du leskerên Sûrî hatin kustin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li “Herêma Bêçek” a Sûriyê de, di navbera hêzên Sûriyê û çekdarên Tirkiye piştevaniya wan dike de şer derket.
Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), di encama şerê ku li eniya Nexşiya ya li bakurê Laziqiye û rojavayê Helebê di navbera hêzên sûrî û çekdaran de rû daye, 2 leşkerên sûrî hatine kuştin.
SOHRê daye xuyakirin ku hin çekdar jî hatine kuştin lê hejmara wan zelal nebûye.
Herwiha hêzên Sûriyê erebeyek li stasyona avê ya başûrê gundê Qerqûr ê Hemayê dema karker ka lê bar dikir, topbaran kir ku tê de zirarên madî çêbûn.
Li aliyê din li çolistana Sûriyê hêzên Şamê dest bi operasyoneke li dijî çekdarên DAIŞê kir û balafirên Rûsyayê jî pêgehên DAIŞê bombebaran kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin