SOHR: Termê 9 leskerên Sûrî hate dîtin

26 August 2024 20:01 0 dîtin
SOHR: Termê 9 leskerên Sûrî hate dîtin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku termê 9 leşkerên ˊFirqeya 17an hêzên Sûriyê li gundewarê Humsê hat dîtin.

SOHRê daye zanîn, ew leşker ji aliyê şaneyên çekdarên DAIŞê ve li çolistana Tedmurê li rojhilatê bajarê Humsê hatine kuştin.

Li gorî SOHRê, ji destpêka îsal ve di encama êrîşên leşkerî yên li çolistana Sûriyeyê de, 497 kes hatine kuştin ku ji wan 49 sivîl, 419 jî hêzên Sûriyê ne. Herwiha 29 jî çekdarên DAIŞê hatine kuştin.