SOHR: 30 leskerên Sûrî û 8 DAISî hatin kustin

15 February 2024 21:30 0 dîtin
SOHR: 30 leskerên Sûrî û 8 DAISî hatin kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di 14 rojên meha Sibatê de, di encama şer û pevçûnên li çolistana Sûriyeyê de 30 leşkerên rejîmê û 8 çekdarên DAIŞê hatine kuştin.

SOHRê eşkere kir, di 14 rojên meha Sibatê de 8 çekdarên DAIŞê û 30 leşkerên rejîma Sûriyê hatine kuştin û zêdetirî 31 kes ji her du aliyan birîndar bûne ku şer û pevçûn herî zêde li çolistana Himsê rû dane.

SOHRê doh 14ê Sibatê jî dabû xuyakirin, di 72 saetan de 19 leşkerên Sûriyê di êrîşên çekdarên DAIŞê de yên li dijî baregehên hêzên Sûriyê yên li Hims û Hemayê hatine kuştin.