SOHR: Di êrîsên hefteyekê yên DAISê de 20 kes hatin kustin

01 September 2024 13:33 0 dîtin
SOHR: Di êrîsên hefteyekê yên DAISê de 20 kes hatin kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê di hefteya borî de 6 êrîş li herêmên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê de, pêk anîne û bi dehan kes hatine kuştin.

SOHRê daye xuyakirin, di encama êrîşên DAIŞê yên li çolistana Sûriyê yên hefteyekê de 15 leşkerên  Sûrî û 5 sivîl hatine kuştin.

Li gorî amarê meha Tebaxê yên SOHRê, 298 kes hatine kuştin ku ji wan 154 kes sivîl in.

Li aliyê den Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîka (CENTCOM) mehek berê ragihandibû ku ji çileya îsal heta Hezîranê  çekdarên DAIŞ 153 êrîşên li Sûriye û Iraqê girtine ser xwe.

Herwiha CENTCOMê destnîşan kiribû ku  êrîşên îsalê yên DAIŞê du caran ji êrîşên par zêdetir in.