SOHR: Di êrîsa DAISê de 5 lesker hatin kustin

14 November 2023 20:35 0 dîtin
SOHR: Di êrîsa DAISê de 5 lesker hatin kustin

PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku şeva borî çekdarên DAIŞê êrîşî bendeke kontrolê ya hêzên rejîma Sûriyê li çolistana rojhilatê Humsê kirine û di navbera her du aliyan de şer derketiye.

SOHRê da xuyakirin ku şer li derdora gundên Teyba û Kom ên li bakurê bajarê Sexne yê li rojhilatê Humsê rû daye û di encamê de 5 leşkerên Sûrî hatine kuştin.

Herwiha hate diyarkirin, li herêmên ku şer derketiye bendên kontrolê yên hêzên Sûriyê hene û ji bo rakirina kuştî û birîndaran bo Nexweşxaneya Nîştimanî ya Tedmurê 4 erebeyên leşkerî berê xwe dane herêmê. Şer heta beyaniyê jî dewam kiriye.

Hêjayî gotinê ye, hefteya borî jî di êrîşên DAIŞê de 34 leşkerên Sûrî hatibûn kuştin ku di demên dawî de tevgera çekdarê DAIŞê li herêmên kontrola Esed zêde bûye.