Di êrîsa DAISê de 4 leskerên sûrî hatin kustin

21 July 2024 12:03 0 dîtin
Di êrîsa DAISê de 4 leskerên sûrî hatin kustin

PeyamaKurd - Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku leşkerekî hêzên rejîma Sûriyê di encama teqîna mayîneke çekdarên DAIŞê de di 14ê Tîrmehê de birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest daye û hejmara kuştiyên di heman bûyerê de gihîştiye 4 leşkeran.

SOHRê 14ê Tîrmehê ragihandibû ku 3 leşkerên hêzên Şamê yek ji wan serleşker di encama teqîna mayîneke DAIŞê de hatibûn kuştin. SOHRê diyar kiriye ku di dema pêkanîna operasyon û keşfkirina çekdaran de li beyarê Reqayê yê di bin kontrola hêzên Sûriyê de, mayîn bi otomobîla wan de hatiye teqandin.

Li gorî SOHRê, ji destpêka 2024an ve di encama êrîşên li çolistana Sûriyeyê de 477 kes hatine kuştin.