Di êrîsa DAISê de 8 leskerên sûrî hatin kustin

15 October 2021 20:01 0 dîtin
Di êrîsa DAISê de 8 leskerên sûrî hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku çekdarên rêxistina terorîst DAIŞê li herêma Resafê ya li beyara başûrê rojavayê Reqayê êrîşî binkeyên hêzên artêşa Sûriyê kirin ku di encamê de 8 kes ji hêzên rejîma sûrî hatin kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrîşa şevê borî pêk hatiye de, 8 endamên hêzên Şamê û komên alîgirên wê hatine kuştin û diyar kir, hêzên rejîmê hewl didin bi piştgiriya êrîşên balafirên şer ên Rûsyayê van êrîşan têk bibin.

SOHRê amarên ji 24ê Adara 2019an ve yên şerê DAIŞê û hêzên rejîma Sûriyê jî belav kirin û eşkere kir, hezar û 578 endamên hêzên hŞamê û komên alîgirên wê hatine kuştin, di nava wan de herî kêm 3 Rûs jî hene.

Herwiha 153 kes ji komên milîsên alîgirên Îranê yên ji Sûriyê, di dema êrîş, teqîn û kemînên DAIŞê de li rojavayê Firatê, beyara Dêrezorê, Reqa, Hums, Siwêda, Hema û Helebê hatine kuştin.

SOHRê diyar kiriye, 4 sivîlên ku di zeviyên gazê de dixebitîn û bi dehan şivan û sivîlên din û zarokek û jinek di êrîşên DAIŞê de hatine kuştin û herwiha hezar û 67 çekdarên DAIŞê jî hatine kuştin.