Di êrîsa DAISê de 2 leskerên Sûrî hatin kustin

22 June 2022 20:45 0 dîtin
Di êrîsa DAISê de 2 leskerên Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke rêxistina terorîst DAIŞê ya ser hêzên rejîma Sûriyê de, li navçeya Cebel El-Bişrî ya Reqayê 2 leşkerên Sûrî hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR), eşkere kir ku çekdarên DAIŞê li navçeya Cebel El-Bişrî ya biyabanê Reqayê êrîşî hêzên Şamê kirine û di encamê de 2 leşkerên Sûriyê hatine kuştin û 3 jî birîndar bûne.

SOHRê roja 20ê Hezîranê jî ragihandibû ku çekdarên DAIŞê li heman devera Cebel El-Bişrî ya gundewarê Reqayê êrîşî hêzên Sûriyê kiribûn û di wê êrşê de 11 leşker û 2 sivîl hatibûn kuştin.

Li gorî amarên SOHRê ji destpêka sala 2022an ve 130 leşkerên Sûriyê û çekdarên komên alîgirên wê di êrîşên li gundewarên Sûriyê de hatine kuştin û herwiha 112 çekdarên DAIŞê jî li Reqa, Dêrezor, Hums, Hema û Swêdayê, di encama êrîşên asmanî yên Rûsya û Sûriyê de hatine kuştin.