Di êrîsa DAISê de 17 leskerên Sûrî hatin kustin

03 May 2024 16:34 0 dîtin
Di êrîsa DAISê de 17 leskerên Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd – Çekdarên DAIŞê li herêma Resim El Kom a çolistana Sûriyeyê êrîş hêzên rejîma Sûriyê kir û di encamê de 17 leşker hatin kuştin.

Li gorî SOHRê çekdarên DAIŞê êrîşî xaleke leşkerî ya Firqeya 17an a hêzên Sûrîyê li rojhilatê Reqayê kir û di wê êrîşa yekem de leşkerek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Hevdem di çend êrîşên din ên li çolistana Sûriyê de, hate ragihandin ku 17 leşker hatine kuştin

SOHRê amarên ji destpêka 2024an ve belav kir û ragihand, 365 kes li çolistana Dêrazor, Hims, Hema û Reqayê ya bin serweriya rejîma Sûriyê de hatine kuştin. Di nav wê hejmarê de leşkerên Sûrî û çekdarên DAIŞê hene.