Di êrîsa DAISê de generalek û 3 lesker hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çekdarên DAIŞê li Dêrezorê êrîşî leşkerên Sûriyeyê kirin û yek ji wan general, 4 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.
SOHRê daye xuyakirin, şaneyeke veşartî ya DAIŞê doh li çola Kebacibê ya Dêrezorê êrîşî leşkerên Sûriyeyê kir. Di encama wê êrîşê de generalek û 3 leşkerên Sûriyeyê hatin kuştin.
Li gorî SOHRê çekdarên DAIŞê piştî êrîşê reviyane.
SOHRê daye zanîn, îsal di êrîşên DAIŞê de herî kêm 457 leşkerên Sûriyeyê û çekdarên girêdayî Îranê hatine kuştin. Herwiha 57 sivîl jî hatine kuştin.
Hêjayî bibîrxistinê, Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTCOM) jî doh ragihandibû ku wan çend binke û kampên DAIŞê li nav Sûriyê bombebaran kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin