SOHR: Bi kemînên DAISê 10 leskerên sûrî û milîsên îranî hatin kustin
PeyamaKurd - Di encama operasyonên hêzên rejîma Sûriyê yên Dêrazor-Humisê de, bi mayînên DAIŞê 10 leşker û çekdarên ji hêzên rejîma Sûriyê yên milîsên îranî hatin kuştin.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku doh sibehê komên Lîwa El-Quds û Feyleqa 5an ên Îranî li çolistana Sûriyê dest bi operasyoneke ewlehiya rêya Dêrazor-Humisê kirine ku dema operasyonên gelek caran rastî kemînên DAIŞê hatine û mayîn bi wan de teqiyane.
Li gorî zanyariyan balafirên şer ên Rûsyayê jî piştgirî dane operasyona ku ji Kebacib û El-Şola yên rojavayê Dêrazorê û heta El-Sexneyê hatiye destpêkirin.
SOHRê ragihand ku di 24 saetên dawî de 10 endamên hêzên rejîma Sûriyê û komên alîgirên wan bi mayinên çekdarên DAIŞê li herêma El-Tîba ya girêdayî El-Sexne ya rojhilatê Humisê hatine kuştin.
Balafirên şer ên Rûsyayê li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê zêdetirî 40 êrîşên asîmanî li dijî bingehên terorîstên DAIŞê pêk anîne ku hê jî tevgera balafiran berdewam e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin