SOHR: Di êrîsa Îsraîlê de 6 leskerên Sûrî hatin kustin
PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a li Sûriyê (SOHR) ku navenda wê London e ragihand ku di encama êrîşa asmanî ya şeva Îna borî ya Îsraîlê de, heta niha 6 leşker û efserên Sûriyê can dane.
Li gorî SOHRê hêzên asmanî yên Îsraîlê li Sweydayê rasterast wesayîteke berevaniya asmanî ya hêzên rejîma Sûriyê kirine armanc. Di êrîşê de li gorî zanyariyên dawî yên SOHRê hejmara leşkerên Sûrî yên hatine kuştin gihîştiye 6an ku 5 ji wan ji hêzên berevaniya asmanî ne.
Herwiha SOHRê daya xuyakirin ku di êrîşa Îsraîlê ya ser milîsên Îranî de jî 4 milîs hatine kuştin û 7 jî birîndar bûne.
Hêjayî gotinê ye, ji destpêka sala 2022yan ve Îsraîlê 12 caran êrîş birine ser Sûriyê ku di piraniya êrîşan de milîsên Îran piştevaniya wan dike kirine armanc.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin