SOHR: Di êrîsa Îsraîlê de 10 leskerên Sûrî û Îranê hatin kustin

01 September 2020 20:16 0 dîtin
SOHR: Di êrîsa Îsraîlê de 10 leskerên Sûrî û Îranê hatin kustin

PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand, di encama êrîşa Îsraîlê ya doh li dijî hinek xalên leşkerî yên li Şamê de, 10 endamên hêzên rejîma Sûriyê û milîsên girêdayî Îranê hatine kuştin.

SOHRê da xuyakirin, ji ber topbarana Îsraîlê ya doh hejmara kuştiyan gihîştiye 10an.

Li gorî SOHRê, 3 endamên hêzên rejîmê ku yek ji wan esferekî hêzên parastina asmanî ye, 7 endamên milîsên Îran û Hizbullahê û jinekê jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyê din ajansa SANA ya hikumeta Sûriyê jî ragihandiye ku di encama êrîşa Îsraîlê de 2 leşker hatine kuştin, 7 leşkerên din birîndar bûne û ziyanên madî çêbûne.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îsraîlê doh bi şev êrîşî xalên leşkerî li gundewarên Şam û Derayê kiribûk ku hêzên hikumeta Sûriyê ragihandibû, pergala parastina asmanî ew êrîş şikandine.