Di êrîsa Îsraîlê de 3 leskerên Sûrî hatin kustin

18 November 2020 15:39 0 dîtin
Di êrîsa Îsraîlê de 3 leskerên Sûrî hatin kustin

PeyamaKurd – Medya bi ser rejîma Sûriyê ve ragihandiye ku di encama êrîşa şeva borî li girên Colanê de, 3 leşkerên Sûrî hatine kuştin.

Li gorî ragihandina medya Sûriyê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyeke leşkerî, îro 18ê Mijdarê li saet di 03:11ê beyaniyê hêzên Îsraîlê ji aliyê Colanê ve li dijî herêma başûr a Sûriyê êrîşeke asîmanî pêk anîne.

Çavkaniyê daye xuyakirin ku hêzên rejîmê bersiv daye û gelek moşekên Îsraîlê xistine xwar.

Herwiha heman çavkaniyê ragihandiye ku di encama êrîşê de 3 leşkerên Şamê hatine kuştin, hejmarek birîndar bûne û zirarên madî çêbûne.