Hamas, wê cesedên 5 dîlên Îsraîlî teslîmê Îsraîlê bike

17 February 2025 22:46 0 dîtin
Hamas, wê cesedên 5 dîlên Îsraîlî teslîmê Îsraîlê bike

PeyamaKurd – Hamasê ragihand ku di 20ê Sibatê roja Pênşemê de, wê cesedên 5 Îsraîliyên li Xezzayê teslîmê Îsraîlê bikin. Artêşa Îsraîlê ji bo teslîmatê dest bi xebatên xwe kir. Wê cesed li ciyekî destnîşankirî bixin ambûlansan û malbatên wan agahdar bikin.

Li gor xebera tv ya dewleta Îsraîlê ya bi navê Kanê; welatên navbeynkar ketin nav têkiliyan û Hamasê qebûl kir ku cesedan teslîmê Îsraîlê bike. Piştî tesbîta nasnama cesedan wê cesedan teslîmê Îsraîlê bikin û paşî dê Îsraîl xeberê bide malbatên wan.

Teslîmata dîlan ya navbera her dû terefan ya cara 7em, wê di 22yê Sibatê de bibe û bendene ku 3 dîlên Îsraîlê yên din serbest bên berdan.