Hamasê navên 3 dîlên Îsraîlî yên ku serbest berde ragihand

07 February 2025 22:25 0 dîtin
Hamasê navên 3 dîlên Îsraîlî yên ku serbest berde ragihand

PeyamaKurd – Hamasê navê 3 Îsraîliyên dîl yên ku dê di tûra 5em de serbest berde ragihand. Baskê leşkerî yê Hamasê Tûgayên İzzeddin el-Kassam di daxwuyaniya xwe de got ku di çarçova peymanê de, dê 3 dîlên Îsraîlî serbest berde.

Navên wan dîlên Îsraîlî; Eli Sharabi, Or Levy û Ohad Ben Ami ne. Ji dîlan Ohad Ben Ami hemwelatiyê Almanya-Îsrailê ye.

Di daxwuyaniyê de hat gotin ku navên dîlên Îsraîlî gihandine navbeynkaran û Îsraîlê qebûl kiriye. Îsraîl, wê beranberê 3 esîrên xwe, 183 dîlên Fîlîstînî serbest berde.

Bendene ku piştî Hamas 3 esîran teslîmê Xaça Sor bike wê Îsraîl 183 fîlîstîniyan serbest berde.