Yek ji Pêsengê Hamasê : Me dîlgirtiyên Îsraîlî nekustiye emê serbest berdin
Peyamakurd : Serokê Ofîsa Pêwendiyên Navdewletî yê Hamasê Musa Ebû Marzûk, di gotara xwe ya ku daye BBCyê de ragihand ku wan dîlgirtiyên Îsraîlî nekuştiye û ewê serbest berdin lê divê ewil şer bê rawestandin.
Marzûk ragihandiye jî di êrişên ku di 7ê Cotmehê de rêxistina Hamasê kiriye de tenê leşkerên Îsraîlî hatine armanckirin û kuştina zarok û sivîlan di wan êrişan de red dike.
Rayedarên Îsraîlê ragihandibûn ku di êrişên Hamasê yên 7ê Cotmehê de ji 1400 kesan zêdetir sivîl û zarok hatine kuştin.
Di nûçeya BBC de bal tê kişandin ku vîdeoyên wê êrişê bi daxuyaniyên Mûsa Ebû Marzûk re nakok in û sivîl û zarok jî di wan êrişan de bûne qurbanî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin