Pêsengê Hamasê : Me Îsraîlê mecbûrî agirbestê kir
PeyamaKurd - Berdevkê Lîwayên Qesamê ku baskê leşkerî yê Hemasê ye wan ji destpêka şer ve 335 tank, zirxpoş û wesayîtên leşkerî yên Îsraîlê îmha kirin û artêşa Îsraîlê mecbûrî agirbestê bûye.
Ebû Ubeyde bi daxuyaniyeke vîdeoyî ragihand ku wan ziyanên mezin ên canî û madî gihandine Îsraîlê û got:
“Me Îsraîl naçar kir ku bi agirbestekê razî bibe.”
Berdevkê Lîwayên Qesamê diyar kir, wan xalên agirbestê beriya şer jî pêşniyar kiribûn lê Îsarîlê ew xal qebûl nekiribûn.
Li aliyê din, Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagari jî diyar kir ku “Hemas hewl dide rêkeftina agirbestê ji bo belavkirina agahiyên derew û şerê derûnî bi kar bîne.”
Hagari di konferanseke rojnamegeriyê de got, “Rêkeftin destpêka vegerandina dîlan e û piştre em dê careke din şer bikin.”
Hagari da zanîn ku ew dê 4 rojên agirbestê dîsa li xalên xwe yên kontrolê tevgera xwe bidomînin.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê bal kişand ser metirsiya belavbûna şer û got: "Dibe ku her kêliyê tiştek li eniya bakur biqewime.”
Hagari herwiha destnîşan kir ku ew dê bersiveke xurt bidin her êrişa ku ji aliyê Libnanê ve were kirin.
Piştî rêkeftina Hemas û Îsraîlê, li Xezeyê agirbestê îro destpêkir.
Agirbest dê 4 rojan berdewam bike, her du alî dê dîlan pev biguherin û dê ji bo alîkariyên mirovî bigihin Xezeyê rê werin vekirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin