Hamasê bersiva Îsraîlê da ku alîkariyan rawestîne!
PeyamaKurd – Hamasê rawestandina alîkariya însanî ya Îsraîlê ji bo Xezzeyê wek "şantajeke erzan, sûcê şer û derbeyeke eşkere li peymanê" bi nav kir.
Hamasê derbarê mijarê de daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hat gotin: "Biryara Netanyahu ya rawestandina alîkariyên mirovî şantajeke erzan e, tawaneke şer e û derbeyeke eşkere li rêkeftinê ye û divê navbeynkar û civaka navdewletî ji bo fişarê li ser dagîrkeran bike û rêkarên wê yên cezakirinê û neexlaqî li dijî zêdetir ji du milyon kes li Şerîda Xezzeyê rawestîne."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin