Biden: Mafê Îsraîlê heye bersiva êrîsa Hamasê bide!

26 October 2023 12:16 0 dîtin
Biden: Mafê Îsraîlê heye bersiva êrîsa Hamasê bide!

PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Biden got, mafê Îsraîlê heye ku bersiva êrîşa Hamasê bide, lê divê ji bo parastina sivîlan her tiştî bike.

Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Serokwezîrê Awustralya Anthony Albanese re li Qesra Spî civîneke çapemeniyê ya hevpar li dar xist.

Biden derbarê rewşa dawî ya li Gazzeyê da wiha got: "Niştecihên tundrew êrîşî Filistîniyan dikin, divê bên sekinandin. Êrîşên niştecihan ên li Şerîeya Rojava ya li dijî Filistîniyan metirsîdar in."

Biden careke din destnîşan kir ku ew alîgirê çareseriya dualî ne û wiha got: "Dê vegere rewşa Îsraîl û Filistînê ya beriya 7ê Cotmehê."

Biden bal kişand ser wê yekê ku mafê Îsraîlê heye bersivê bide êrîşa Hamasê, Biden got ku ji bo parastina sivîlan divê "her tiştê ku ji destê wî tê" bike.