Berdevkê Artêsa Îsraîlê bersiva 'gelo têkiliya welatê wî bi êrisên Îranê re heye yan na' da: Ez sîrove nakim
PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di civîneke çapemeniyê de bersiva pirsa rojnamevanekî ya derbarê gelo têkiliya Îsraîl bi êrîşên li Îranê re heye yan na, wiha got: “Ez li ser vê mijarê ti şîroveyan nakim, dikarim bêjim ku em bi şerê bi Hamasê re mijûl in û ji bo bidestxistina van armancan kar dikin."
Li ser pirsa ku Hîzbullah wê tolhildaneke muhtemel a ji kuştina rayedarekî Hamasê bide, Hagarî wiha got, "Di pevçûnên li bakur û kiryarên Hîzbullahê de jî zehmetî hene. Îro jî hebûn, me hinek ji wan li ser sînorê Bakur asteng kirin."
Hegarî diyar kir ku ne tenê li ser sînorê Lubnanê, ji aliyê Deryaya Sor û Sûriyeyê ve jî bi zehmetiyan re rû bi rû mane û bal kişand ser êrîşên artêşa Îsraîlê yên li dijî gundewarên Şamê ku di encamê de ziyanên madî çêbûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin