Wezareta Pêsmerge: Mafê me heye em bersiva guncav bidin
Peyama Kurd - Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê, êrîşa dronî ya li ser baregeha hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê bi tûndî şermezar kir.
Di 30yê Kanûna sala çûyî, li sînorê Pîrmam û Hewlêrê, ji aliyê komeke çekdar a deryasayî ya Iraqî ve li dijî baregeheke hêzên Pêşmerge êrîşeke dronî pêk hatibû.
Wezareta Pêşmerge îro bi daxuyaniyekê wê êrîşê riswa kir û ragihand: “Em bi tundî êrîşa dronan a li ser baregeheke hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê şermezar dikin, ku roja 30.12.2023ê li sînorê Pîrmam-Hewlêrê ji aliyê komên deryasayî ve hatibû kirin.”
Wezareta Pêşmerge di daxuyanîyê de teqez kir ku aştî, aramî û asayîşa Herêma Kurdistanê, garantiya aştî, aramî û asayîşa Iraq û navçeyê ye jî.
Daxuyaniya Wezareta Pêşmerge wiha yee:
“Em weke Wezareta Pêşmerge bang li hikûmeta Iraqê û hemû dostên xwe yên di Hevpeymaniya Navneteweyî de dikin ku ji bo rawestandina van êrişên neberpirsane, alîkarî û piştgiriya me bikin. Ev yek wê ji bo Herêm, Iraq û navçeyê bi giştî bibe sedema aloziyên zêdetir. Em daxwaz dikin ku di zûtirîn dem de berpirsên van kiryarên terorîstî bêne girtin û cezayên xwe yên yasayî werbigirin. Em careke din teqez dikin ku hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê wek her carê mafê wê heye ku bersiva guncav a ji bo parastina xak û meletê xw bide.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin