Hevpeymaniya Navdewletî: Ji bo proseya çaksaziyê di Wezareta Pêsmerge de îradeyeke bihêz heye
PeyamaKurd – Wezîrê Pêşmerge yê Herêma Kurdistanê Şoreş Îsmaîl, Şêwirmendê Hevpeymaniya Navdewletî General McKenzie û Berpirsê Ofîsa Hevrêziya Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê Kolonel Michael Gacheru li gel şêwirmendên payebilind ên welatên endamên Hevpeymaniya Navdewletî civiyan.
Di daxuyaniya Wezareta Pêşmerge de wiha hat gotin: “Di civînê de mijarên çaksazî, çaksazkirin, pêkvejiyana hêz û alîkariyên hevpeymanan bo Wezareta Pêşmerge û herwiha amadekarî ji bo nirxandina salane ya derbarê cîbicîkirina rêkeftina lihevkirina di navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê de hatin gotûbêjkirin û nîqaşkirin."
Wezîr Îsmaîl diyar kir ku wan rola bilind a dîplomat, şêwirmendên leşkerî û siyasî yên Hevpeymaniya Navdewletî bi taybet Amerîka ji bo alîkarî û hemahengiya ji bo Wezareta Pêşmerge bilind nirxand û got: "Armanca me ew e ku di proseya çaksaziyê de serbikevin." Wezareta Pêşmerge, li gorî vê armancê me gavên xwe yên ji bo avakirina hêzeke leşkerî ya bihêz lez kirin."
General McKenzie Serokê Tîma Pilebilind a Şêwirmendên Hevpeymanan bal kişande ser hewlên Wezareta Pêşmerge di proseya çaksaziyê û cîbicîkirina xalên rêkeftina ligel Wezareta Berevaniya Amerîkayê de.
General McKenzie amaje bi wê yekê jî kir ku îradeyeke bihêz bo proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de heye û got, “Di vî warî de weke Hevpeymaniya Navdewletî em ê piştevaniya proseya çaksaziyê û yekxistina hêzên 70 û 80 bikin. Em ê bi hevkarî pîlan û stratejiyên girîng pêş bixin û em di wê baweriyê de ne ku proseya çaksaziyê wê encamên gelek girîng ji bo hêzên Pêşmerge derbixe."
Di beşeke dawî ya civînê de, bi awayekî berfireh behsa amadekariyên nirxandina salane ya derbarê cîbicîkirina rêkeftina lihevkirina navbera Wezareta Pêşmerge û Wezareta Berevaniya Amerîkayê hate kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin