Sandeke Hevpeymaniya Navdewletî bi Wezareta Pêsmerge re civiya
PeyamaKurd – Şandeke Hevpeymaniya Navdewletî bi Wezareta Pêşmerge re civiya û di civînê de hêzên hevpeymanan piştevaniya xwe ji bo yekgirtin û çaksaziyên Wezareta Pêşmerge dubare kirin.
Wezareta Pêşmerge eşkere kir, Serfermandarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Serleşker Îsa Uzêr û Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed Sadiq ligel şandeke leşkerî ya hêzên hevpeymanan bi serokatiya Kolonel Peters civiyan.
Di hevdîtina ku Rêveberê Giştî yê Darayî yê Herêma Kurdistanê Dr. Mihemed Selîm Mazûrî amade bû, pêwendiyên di navbera her du aliyan de hatin gotûbêjkirin, herwiha behsa pêngavên Wezareta Pêşmerge ya derbarê çaksazkirin û pêkanîna fireqeyan û çendîn mijarên girêdayî çaksaziya Wezareta Pêşmerge kirin.
Herwiha berpirsên Wezareta Pêşmerge derbarê her yek ji wan mijaran de şiroveyên pêwîst pêşkêş kirin. Ji aliyê xwe ve, hevpeymanan careke din piştevaniya xwe ji bo pêngavên Wezaret Pêşmerge di warê çaksazî û yekxistina hemû hêzan de dubare kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin