Wezareta Pêsmerge bi Sêwirmendê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re civiya
PeyamaKurd – Rêveberê Çaksaziyê yê Wezareta Pêşmerge, bi Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî re civiya.
Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê diyar kir, Rêveberê Çaksaziyê Emîdê Endezyar Nebez Selah, bi Şêwirmendê Bilind ê Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî yê li Herêma Kurdistanê Todd Burroughs re civiya û Burroughs piştevaniya xwe ji bo hejmarek projeyên çaksaziyê yên li Wezareta Pêşmerge car din anî ziman.
Wezareta Pêşmerge da zanîn, di civînê de li ser projeya stratejîk a ragihandin û hişyariyê ya li Wezareta Pêşmerge gotûbêj hat kirin, ku bi hevahengiya tîmên çaksaziyê û Rêveberiya Giştî ya Ragihandin û Hişyariya Niştimanî birêve diçe.
Herwiha Wezareta Pêşmerge eşkere kir, projeya yekkirin û rêkxistina hemû hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de, hat gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin