"Wezareta Pêsmerge di warê çaksazî û yekxistina hêzên Pêsmerge de gavên gelek bas avêtine"

03 September 2024 08:29 0 dîtin
"Wezareta Pêsmerge di warê çaksazî û yekxistina hêzên Pêsmerge de gavên gelek bas avêtine"

PeyamaKurd – Balyozê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Klaus Streicher ragihand, Wezareta Pêşmerge di warê çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge de gavên gelek baş avêtine.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Wezîrê Pêşmerge Şoreş Îsmaîl îro serdana Wezareta Pêşmerge kir û pêşwazî li Klaus Streicher kir ku bi helkefta bidawîbûna erkê wî xatir ji wî xwest.

Wezîr Îsmaîl spasiya hewlên Klaus Streicher yên di dema erkê xwe yên li Herêma Kurdistanê de kir û diyar kir ku ew piştevaniya gel û hikûmeta Almanyayê bo Herêma Kurdistanê bi taybetî Wezareta Pêşmerge bilind dinirxînin.

Şoreş Îsmaîl daxwaza berdewamkirina peywendiyan û zêdekirina hevrêziyê kir.

Balyozê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê jî kêfxweşiya xwe ya ji bo beşdarbûna li Herêma Kurdistanê nîşan da û ragihand, Wezareta Pêşmerge di warê çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge de pêşketineke baş bi dest xistiye.

Klaus Streicher herwiha dupat kir ku welatê wî wê zêdetir piştgirî û hemahengiyê bide Wezareta Pêşmerge.