Wezareta Pêsmerge û Lijneya Parlamentoya Kurdistanê li ser çaksaziyan û yekxistina hêzên Pêsmerge civiyan

25 January 2022 18:13 0 dîtin
Wezareta Pêsmerge û Lijneya Parlamentoya Kurdistanê li ser çaksaziyan û yekxistina hêzên Pêsmerge civiyan

PeyamaKurd – Li ser rewşa Pêşmerge û pêngavên çaksazî, yekgirtin û yekxistina hemû hêzên Pêşmerge, Wezareta Pêşmerge û Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê civiyan.

Ragihandina Wezareta Pêşmerge da xuyakirin, îro 25ê Çile Emîndarê giştî yê wezareta Pêşmerge Ferîq Cebar Yawer pêşwazî li serok û endamên lijneya Pêşmerge ya li Parlamentoya Kurdistanê kir.

Hat ragehandin di civînê de behsa rewşa Pêşmerge û pêngavên çaksazî û yekgirtin û yekxistina hemû hêzan di çarçoveya wezareta Pêşmerge de hat kirin.

Ferîq Cebar Yawer bi hûrgilî proseya çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge û rewşa eniyên Pêşmerge û hemahengî û pêwendiyên Pêşmerge û artêşa Iraqê û rola hêzên hevpeyman ji bo lijneyê ronî kir.

Herwaha hat ragiehandin, behsa jiyan û debara Pêşmerge hate kirin û pêngavên hikûmeta Herêma Kurdistanê yên ji bo dabîn kirina pêdiviyên çeperên Pêşmerge û çareser kirina kêmasiyan jî hate gotûbêj kirin.

Di civînê de endamên Parlamentoya Kurdistanê ji bo baştir agahdar bibin çend pirsek li ser rewşa Pêşmerge li emîndarên giştî yê wezareta Pêşmerge kirin, herwaha behsa wan yasa û biryaran hate kirin ku pêwendiya wê bi warê leşkerî ve heye.

Piştre lijneya Pêşmerge li parlamentoya Kurdistanê rêveberiyên malnişîn û peyman û fermangeha yasayî ya wezareta Pêşmerge civiyan, ku gotûbêjê derbarê dosya şehîd û kêmendamên çeper û wefat kiriyên Pêşmerge ji aliyê yasayî ve dûvçûnê li ser mafên wan rêxistin kirina karûbarên wan bê kirin.

Ji aliyê xwe ve rêveberiyên malnişîn û peyman û fermangehên yasayî li gor kar û berpirsyartiya xwe bersiva pirsên lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê dan.