Lijneya Parlamentoya Kurdistanê serdana mîhwerên Pêsmerge kir

04 August 2021 18:11 0 dîtin
Lijneya Parlamentoya Kurdistanê serdana mîhwerên Pêsmerge kir

PeyamaKurd - Lijneya Karûbarên Pêşmerge ya Parlamentoya Kurdistanê ragihand ku şandeke wan bi mebesta ji nêz ve agahdarbûna rewşa mîhwerên hêzên Pêşmerge û lêkolîna ser pirsgirêkên wan, serdana çend mîhwerên hêzên Pêşmerge li sînorê parêzgeha Duhokê kir.

Lijneya Karûbarên Pêşmerge ji Serokê Lijneyê Rêving Hirorî, Cîgirê Serokê Lijneyê Usman Sêderî, Biryarderê Lijneyê Rizgar Mihemed û endamên lijneyê Ebûbekir Heledinî û Seîd Herkî pêk dihat.

Hat ragihandin ku lijneyê serdana mîhwerên Deşta Neynewa, Tilisqof, Naweran û Rojavayê Dîcleyê yên li sînorê parêzgeha Duhokê kirine û ligel fermandar û berpirsên wan mîhweran civiyane û rewşa mîhweran, kêşe û kêmasiyên wan gotûbêj kirine.

Şanda Lijneya Parlamentoyê diyar kiriye ku hewlên xwe ligel aliyên pêwendîdar ên li hikûmetê bidin ji bo çareserkirina kêşe û giriftên wan.