Lijneya Sehîdan a Parlamentoya Kurdistanê wê serdana Bexdayê bike
PeyamaKurd – Hemû endamên rêkeftina Lijneya Karûbarên Şehîdan û Jenosîd û Zîndaniyên Siyasî li Parlamentoya Kurdistanê, wê serdana Bexdayê bikin, bo vê jî li benda bersiva Desteya Serokatiya Parlamentoyê ne.
Di derbarê serdanê de Serokê Lijneya Karûbarên Şehîdan û Jenosîd û Zîndaniyên Siyasî li Parlamentoya Kurdistanê Sosin Mihemed Mîrxan ragihand: ‘‘Hemû endamên lijneyê, bi hemfikrî çûna Bexdayê di cîh de dibînin û em bo serdanê li benda bersiva Desteya Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê ne.’’
Sosin Mihemed Mîrxan armanca serdanê jî destnîşan kir û got: ‘’Ev serdan bo pêdeçûna pirsa qerebûkirina kesûkarên qurbaniyên enfal, jenosîd û kîmyabaranê ne.’’
Serokê Lijneya Şehîdan, di derbarê yasaya maf û îmtiyazên kesûkarên şehîdan de jî amaje bi wê yekê kir û got, ‘‘Pêwîst e ew yasaya bê nûjenkirin, ku em bikarin zêdetir xizmeta kesûkarên şehîdan bikin.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin