Sanda bilind a Parlamentoya Ewropayê serdana Iraq û Kurdistanê dike
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku biryare di çend rojên bê de, şandeke Parlamentoya Ewropayê serdana Iraq û Herêma Kurdistanê bike.
Seroka Şanda Parlamentoya Ewropayê ji bo pêwendiyên ligel Iraqê Sara Skyttedal, ji K24ê re ragihandiye ku wê şanda wan li Iraq û Kurdistanê serdana hêzên Hevpeymanan bike û hin hevdîtinên siyasî ligel aliyên fermî pêk bîne.
Sara Skyttedal got ku ew ê destpêkê li Bexdayê ligel Parlamentoya Iraqê bicivin û piştre serdana Hewlêr û Mûsilê bikin.
Skyttedal da zanîn ku ew dixwazin ligel Parlamentoya Iraqê hevahengiyên zêdetir pêk bînin û ji aliyê karê parlamentoyê ve pêwendiyên xwe pêşve bibin.
Seroka Şanda Parlamentoya Ewropayê ragihand, ew ê di çarçoveya serdana xwe de biçin Hewlêrê û ew dixwazin serdana hêzên Hevpeymanan bikin, herwiha ji bo rewşa asayîşa pêkhateyan jî wê serdana bajarê Mûsilê jî bikin û piştevaniya Parlamentoya Yekîtiya Ewropayê bidin nîşandan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin