Sanda Parlamentoya Kurdistanê wê serdana Singal û Xaneqînê bike û raporekê amade bike

16 June 2022 18:35 0 dîtin
Sanda Parlamentoya Kurdistanê wê serdana Singal û Xaneqînê bike û raporekê amade bike

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku wê şandeke Parlamentoya Herêma Kurdistanê, hefteya bê serdana navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê bike û rapor xwe li ser rewşa wan deveran pêşkêşî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê bike.

Hat diyarkirin ku şanda hikûmeta Kurdistanê, wê weke Lîjneya Herêmên Kurdistanî serdana Xaneqînê û deverên nakokî li ser wan heye bike û ligel nûner û berpirsên wan deveran bicive.

Li gorî zanyariyan, wê piştî vê serdanê raporek were amade kirin û pêşkeşî Parlamentoya Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bikin.

Endamê şandê û Parlementerê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Ebdulnasir Ehmed  derbarê vê serdanê de daye xuyakirin: “Emê serdana hemû deveran ji Xaneqînê heta Şingalê bikin û rapora xwe li ser wan deveran biweşînin, niha li Kafri desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê heye, lê navçeya Cebare navçeya Kurdistanî ye û desthilat li Bexdayê ye. Li Xaneqînê asayîşa Herêma Kurdistanê heye û em naxwazin serdestiya kurdan a li wan herêman bi dawî bibe.”