Sanda Parlamentoya Kurdistanê serdana êzidiyên Singalê kir
PeyamaKurd - Şandeke komîteya Navçeyên Kurdistanî yên Derveyî Îdareya Herêma Kurdistanê di Parlamentoya Kurdistanê de, ji bo lêkolîna li ser pirsgirêkên êzidiyên ji Şingalê koçber bûne çû Duhokê.
Şanda Parlamentoya Kurdistanê, destpêkê serdana ofîsa parlamentoyê ya li Duhokê kir û li wê derê ligel çend aliyên peywendîdar, ku kar li ser rewşa awareyên Şingalê dikin, civiya.
Seroka Komîteya Navçeyên Derveyî Idareya Herêma Kurdistanê li Parlemana Kurdistanê, Ciwan Yûnis Rojbeyanî got, wan serdana kampên awareyan kirine daku kêmasiyên wan bizanin.
Ciwan Yûnis Rojbeyanî diyar kir, armanc ji serdana şanda parlamentoyê bo Duhokê ew bû ku ji nêzîk ve haydarî rewş û kêşeyên awareyên Şingalê bibin.
Rojbeyanî got, ew dê daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bikin, kêmasiyên li kampên awareyên Şingalê çareser bikin.
Li gorî nûçeya Rûdawê Ciwan Rojbeyanî ragihand ku eger pirsgirêkên wan awareyan li Kurdistanê neyên çareserkirin, di plana wan de heye ku serdana Bexdayê bikin û ligel rayedarên hikûmeta Iraqê, wan gotûbêjan di derbarê wan pirsgirêkan de bikin.
Rojbeyanî destnîşan kir, aware daxwaza cîbicîkirina madeya 140ê dikin ku bikarin vegerin ser malên xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin