Rojeva petrolê | Sanda Iraqî wê serdana Herêma Kurdistanê bike

14 September 2024 11:31 0 dîtin
Rojeva petrolê | Sanda Iraqî wê serdana Herêma Kurdistanê bike

PeyamaKurd — Hat diyarkirin ku şandeke Wezareta Petrolê ya Iraqê dê serdana Herêma Kurdistanê bike û li ser mesrefa berhemanîna petrolê ya kompaniyên petrolê û proseya destpêkirina hinartina petrolê gotûbêj bike.

Endamê Komîteya Petrol û Gazê ya Parlamentoya Iraqê Dr. Sebah Subhî amaje bi wê yekê jî kir, ku piştî civîna Encûmena Wezîrên Aborî yên Herêma Kurdistanê û Iraqê li Hewlêrê, biryar hat dayîn ku şandeke Wezareta Petrolê serdana Herêma Kurdistanê bike.

Endamê Komîteya Petrol û Gazê Subhî ragihand, ku armanca serdanê gotûbêjkirina nirxa berhemanîna petrolê ji aliyê kompaniyan û proseya destpêkirina hinartina petrola Kurdistanê ye, ku heta niha jî nakokiyên navbera Hewlêr û Bexdayê de berdewam in. Li gor rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê rojane 400 kg petrolê dişîne Bexdayê ji nû ve hinartina petrolê, divê Wezareta Petrolê vê pirsgirêkê çareser bike."

Subhî amaje bi wê yekê jî kir, ku heta niha dema serdanê diyar nebûye û biryar e şande ligel Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bicive.