Parlamentoya Iraqê daxwaza sanda Kurdistanê qebûl kir: Wê dengdana yasaya budçeyê bê kirin
PeyamaKurd - Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku îro 20ê Çile duşemê ji bo çareserkirina astengên li pêşiya mûçeyê fermanberan gihîşt Bexdayê, hişt ku bernameya Parlamentoya Iraqê ya civîna sibe bê guhertin.
Hate ragihandin ku piştî gihîştina şanda Kurdistanê, Parlamentoya Iraqê bernameya rûniştina sibe guherand û dengdana li ser nûjenkirina yasaya budçeya sala 2025an xist nav rêza rûniştinê.
Hêjayî gotinê ye, di bernameya Parlamentoya Iraqê de, ji bo çend projeyasayan lîste hatibûn danîn, lê îro lîste guhert û lîste û bernameyeke nû belav kir.
Li gorî lîsteya nû, dengdana li ser nûjenkirina projeyasaya budçeya salên 2023, 2024 û 2025ê ku girêdayî Herêma Kurdistanê ye kete nav rojeva bernameya rûniştinê ku niha di xala yekem de ye.
Di rêza duyem de dengdan Ii ser projeyasaya rewşa kesî ye û di xaleke din de dengdan li ser vegerandina wan xaniyên ber biryarên Partiya Beas ketine û dest li ser wan hatiye danîn, ji bo careke din ji xwediyên wan re bê wegerandin e. Di rêza çarem de jî dengdan li ser nûjenkirina yasaya lêborîna giştî heye û derveyî wan jî çend xalên din wê bikevin rojeva rûniştinê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin