Parlamentoya Erebî daxwaza Iraqê ya ji bo vekirina dozê li dijî Îsraîlê pejirand

27 October 2024 22:30 0 dîtin
Parlamentoya Erebî daxwaza Iraqê ya ji bo vekirina dozê li dijî Îsraîlê pejirand

PeyamaKurd – Parlamentoya Erebî daxwaza Iraqê ya avakirina tîmeke parlamentoyê pesend kir ku ji bo sûcên "jenosîd" ên li dijî Îsraîlê biçin Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ya li Laheyê.

Di daxuyaniya Ofîsa Ragihandina Parlamentoya Iraqê de wiha hat gotin: “Parlamentoya Erebî wê biçe Dadgeha Tawanan a Navdewletî li Laheyê ku ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Erebî û Parlamenterê Iraqê Ehmed Cibûrî ve hatiye pêşkêşkirin. Di rûniştina xwe ya giştî de ku îro li baregeha Komkara Erebî li Qahîreyê hat lidarxistin, "Daxwaza avakirina tîmeke parlamentoyê bi yekdengî pesend kir."

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat gotin: "Erka ekîba meclîsê ew e ku ji ber jenosîd û binpêkirinên siyonîst ên li dijî gelê Filistînê li dijî artêşa îşxalker a siyonîst doz vekin."

Berî niha Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Muhsin El-Mendelewî li Cinêvê daxwaz ji Yekîtiya Navdewletî ya Parlamentoyê kiribû ku şandeke navdewletî ya parlamentoyê pêkbîne û serdana Xezze û Lubnanê bike.

Mandelewî di axaftina xwe ya di civîna 149. a Yekîtiya Parlamenteran a Navneteweyî de ku li Cenevreyê hat lidarxistin, hişyarî da civaka navneteweyî li ser "metirsiya ku aloziya li Rojhilata Navîn veguhere şerekî mezin ku bandorên zêdetir li ser ewlekarî û aştiya cîhanî bike."