Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê daxwaza rawestandina karê Balafirxaneya Kerkûkê kir
PeyamaKurd – Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê Dr. Şaxewan Ebdullah daxwaza rawestandina karê Balafirxaneya Kerkûkê kir.
Li gor zanyariyan, Cîgirê Serokê Parlamentoya Iraqê daxwaz ji Wezîrê Veguhestinê yê Hikûmeta Federal kir, ji ber gumanên gendeliyê di wê projeyê de, tevî pirsgirêkên ewlehiyê û astengiyên îdarî, karê firokexaneya Kerkûkê rawestîne.
Herwiha Dr. Şaxewan Ebdullah vekirina Balafirxaneya Kerkûkê bi vê lezê li ser destê dezgeha balafirvaniya sivîl û Wezareta Veguhastinê û pêwendîdar, bêyî li berçavgirtina dosyayên gendeliyê û çareserkirina arîşeyên balafirxaneyê bi giştî.
Dr. Şaxewan Ebdullah di berdewamiyê de eşkere dike, diviyabû ew balafirxane berî parêzgehên din bihata vekirin, wek maf û layiqek ji bo kurên parêzgehê, ji bilî sûdwergirtina aborî û darayî û peydakirina kar.
Herî Şaxewan Ebdullah got: “Em piştgiriya cîbicîkirina projeyên stratejîk dikin, lê mixabin gumana gendeliyê di hûrgiliyên projeyê de hene, eger rêgirtin û tedbîrên ewlehiyê yên taybet û dosyayên gendeliyê bên çareserkirin û kêşe bên çareserkirin, kare careke din li balafirxaneyê were kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin