Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê serdana cihên êrîsa mosekî ya Hewlêrê kirin
PeyamaKurd – Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamlî û Dr. Şaxewan Ebdula, Îro 15.03.2022yan, bi armanca dîtina cihê bombebarana moşekî ya li ser Hewlêrê, bi rêya balefirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ve hatin pêşwazîkirin û serdana cihên êrîşa moşekî ya Hewlêrê kirin.
Li gor zanyariyan, armanca serdana serokatiya Parlamentoya Iraqê, zanîna rastiya ku ew cihê bûye armanca êrîşa moşekî ya roja 13.03.2022yê, cihê niştecîhbûna hemwelatiyên sivîl e û tu yek ji wan îdîayên ku ji aliyê Îranê ve wek bahaneya êrîşê hatine nîşandan jî ne rast in.
Cîgirê Yekem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamilî di konferansa rojnamevanî de da zanîn, ji bo dîtin û zanîna rastiyan û sedemên wê moşekbaranê, serdana Hewlêrê kirine.
Hakim Zamilî eşkere kir: “Em bi awayekî meydanî, lêkolîna vê mijarê dikin, em baş dizanin ku armanckirina her cihekî Iraqê, armanckirina hemû Iraqê ye, parlamentoya vê carê cuda ye, çimkî girîngiyeke mezin bi hemû gelên Iraqê dide.”
Biryar e di demeke nêzîk de Parlamentoya Iraqê di civîneke taybet de êrîşa moşekî ya li ser Hewlêrê guftûgo bike û cîgirên serokê Parlamentoyê jî di vê serdanê de wê raportekê derbarê rastiyên bûyerê de amade bikin û wê ji civîna parlamentoyê re pêşkeş bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin