Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê îro serdana Hewlêrê dikin
PeyamaKurd – Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê, di çarçoveya êrîşa li ser Hewlêrê û dîtina cihên rastî êrîşê hatinê, serdana Hewlêrê dikin.
Li gor zanyariyan, Îro 15.03.2022yan de, Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê Hakim Zamlî û Dr. Şaxewan Ebdula bi armanca dîtina cîhên ber êrîşa moşekî ya Îranê ketine, wê serdana Hewlêrê bikin û li balafirgeha navnetewî ya Hewlêrê ji aliyê Cîgirê Serokê Parlamentoya Kurdistanê Hêmin Hewramî ve bên pêşwazîkirin.
Herwiha her du Cîgirên Serokê Parlamentoya Iraqê, wê li cihên ku êrîşa moşekî ya ser Hewlêrê bigerin û armanca wê serdanê jî, zanîna rastiyê ye ku ew cîhên bûne armanca êrîşê cîhên niştecîhbûna hemwelatiyên sivîl in.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin