Serokê Parlamentoya Iraqê Helbûsî serdana Hewlêrê dike
PeyamaKurd - Piştî serdana Serokomar û Wezîrê Darayî yê Iraqê bo Hewlêrê, biryare îro şanda duyem ya Iraqê bi serokatiya Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî serdana Hewlêrê bike.
Endamê parlamentoya Iraqê û endamê Komîteya Amadekirina Reşnivîsa Bûdceya Iraqê bo sala 2020an, Dr. Cemal Koçer ragihand, ku biryare îro Çarşemê Serokê Parlamentoya Iraqê, Mihemed Helbûsî serdana Hewlêrê bike û projeyekê di derbarê rêkeftina Hewlêr û Bexdayê de, ku peywendiya wê bi bûdceyê ve heye, bide berpirsên Herêma Kurdistanê.
Herwiha Helbûsî biryar e di serdana xwe ya bo Hewlêrê de, li gel Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî bicive.
Encûmena Wezîran a Iraqê, dê di nîvê meha Cotmehê de, projeyasaya bûdceya sala 2020 bişîne parlamentoyê. Tevî ku demek kêm li pêşiya herdu aliyan maye, lê belê heta niha jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê li ser bûdceyê li hev nekirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin