Helbûsî bi fermî bû namzedê sunîyan ê serokê Parlamentoya Iraqê

09 January 2022 11:57 0 dîtin
Helbûsî bi fermî bû namzedê sunîyan ê serokê Parlamentoya Iraqê

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Mihemed Helbûsî bi fermî bû namzedê Sunî yê postê Serokê Parlamentoya Iraqê.

Hat diyarkirin ku 67 Parlamenterên serkeftî yên her du hevpeymaniyên sunî deng dane û Mihemed Helbûsî careke din weke berbijêrê fermî yê Sunî ji bo Serokatiya Parlamentoyê diyar kirin. Li aliyê din Serokê Hevpeymaniya Ezim Xemîs Xencer jî dibe serokê Hevpeymaniya ku Ezim û Teqedum pêk anîne.

12 Parlamenterên Sunî ne amade bûn deng bi Helbûsî bidin û ji nava Hevpeymaniyê derketin. Piştî diyarkirina serokê Parlamentoyê, berbijêrên Serokkomar û Serokwezîrê Iraqê dimînin ku pişka Kurd û Şîe ne.

Berdevkê Hevpeymaniya Ezim Yehya Mihemedawî ragihand, 67 parlamenterên Sunî deng dan û hewl dane li gel aliyên Kurdistanî û Şîe rêkeftinê bikin.

Serok Barzanî heyeta Halbûsî û Xencer qebûl kir