Joe Biden wek fermî bû namzedê Demokratan ê hilbijartinan
PeyamaKurd - Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden beriya hilbijartinên serokatiyê dengên piraniya delegeyan bi dest xist û bi fermî bû namzedê serokomariyê yê Partiya Demokrat.
Ji bo bidestxistina namzediyê Biden hewceyê 1,968 dengên delegeyan bû. Piştî encamên Mississippi û Mariana Bakur, bi hatina berdest a encamên parêzgeha Georgianê ev hejmar ji hejmarên pêwîst derbaz bû.
Her wiha ji ber ku di hilbijartinên diyarkirina namzediyê yên li 4 parêzgehan hatin kirin de serokê berê Donald Trump bi ser ket, tê çaverêkirin ku Trump jî namzediya Komarparêzan bi dest bixe.
Hilbijartinên serokatiyê yên DYAyê, wê di 5ê Cotmehê de pêk bên û encam wisa xuya dikin ku wê Joe Biden û Donald Trump careke din jî di vê pêşbirkê de rikdariya hev bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin