Di nav namzedên Demokratan de Joe Biden li pêse
PeyamaKurd- Li Amerîkayê sala bê (2020) bo serokatiya Amerîkayê wê hilbijartin bêkirin û di nav demokratan de pêşbirkekî heye bê wê kî bibe namzedê serokatiyê. Niha di hilbijartinên pêşde cîgirê serokê berê Joe Biden li pêşe û Elizabeth Warren di pey wî de tê.
Li gor anketên ku tên kirin; cîgirê Obama yê berê Biden bi %27,2 li pêşe. Warren niha bi %21,8 li pey Biden e û Bernie Sanders ku di demên dawiyê de problemên wî yên tenduristiyê hene, gelek li pey raqibên xwe ye û nisbeta dengên wî %17.3 ye.
Niha bi temamî jimara namzedên Partiya Demokratan 18 kesin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin