Joe Biden bi fermî bû namzedê hilbijartinên seroktiyê
PeyamaKurd – Bernamzedê hilbijartinên seroktiya Amerîkayê ji Partiya Demokrat Joe Biden, bi awayekî fermî ji aliyê partiya xwe ve hat hilbijartin û bû namzedê hilbijartinên seroktiya Amerîkayê.
Partiya Demokrat a Amerîkayê, di Kongreya Niştimanî ya partiyê de, Joe Biden ji bo beşdarbûna hilbijartinên serokatiya Amerîkayê bi fermî hilbijart û bû reqîbê Serokê Amerîka Donald Trump ji bo hilbijartinên 3yê Mijdara 2020an.
Di kongreyê de serokên berê yên Amerîkayê, Bill Clinton û Jimmy Carter teqez kirin ku namzedê wan Joe Biden xwedî tecrube û serpêhatiyeke paqij e û dikare ji nû ve Amerîkayê ava bike.
Joe Biden piştî ragihandina namzediya wî bi rêya vîdyoyê di kongreyê de axivî û got: “Ez ji dil spasiya we dikim.”
Hêjayî gotinê ye, li gorî rapirsînên Amerîkayê Joe Biden bi qasî deh pûanan li pêşiya serokê niha Trump xuya dike ku raya giştî ya Amerîkî wî pir nêzîkî seroktiyê dibîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin