Biden: Plan dikim car din bibim namzedê hilbijartinên seroktiyê
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden got ku ew difikire ji bo hilbijartinên seroktiyê yên 2024an careke din bibe namzedê seroktiyê, lê hîn ne amade ye vê yekê ragihîne.
Serokê Amerîkayê Joe Biden di bernameya NBC Today de, da xuyakirin ku ew plana namzedbûna hilbijartinên seroktiyê dike, lê niha ne amade ne vê yekê ragihînin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump ê ji Partiya Komarî jî çend roj berê namzediya xwe seroktiyê bo hilbijartinên 2024an eşkere kiribû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin